Dema min xatir ji xwendevan û nivîskarên malpera Tîrêj xwest, ko ez nema beşê kurdî wek sernivîser birêve dibim, min nenivîsandibû ko malper diraweste, piştî sê rojan min jî wek wek mêvanekî malper vekir, min dît ko têde hatiye nivîsandin; careke din bi mebesta belavkirina çand û evînê li we vedigere(qey min çi belav dikir?), jixwe ez jî wek we xwendevanino; nizanim kî dê şûna min bigre(li gel ko ez dizanim kê ew gotin nivîsandine”ji şêweyê nivîsê diyare”), lê dema min bi xatirxwestinê xwe ceza kir, min nizanîbû ko ezê ji hêla aliyê din de jî ceza bibim, piştî sê rojan min nema dikarîbû maila xwe (kurdi@tirej.net)vekim, maila ko xemgîniya dost, piştgir û nivîskarên malperê dighande min.
Min di ../09/2005an de biryara rawestandinê dabû, dema min Qilçixa xwe “Ez nêzîk dimrim,
ez nêzîk diçim nav lepên xweda..bi xatirê we..”, nivîsand, ( http://www.tirej.org/index.2385.qadoserin.htm ), mebesta min ji mirnê xatirxwestinbû, ko hun li cilê min ê di Qilçixê û xatirxwestinê de binerin, hun ê eynî cilan li min bibînin, lê min dîsa û ji bo çand û wêjeya kurdî berdewam kir.
Li dawî ez serkeftinê ji birêvebirên nû yên malpera Tîrêj re dixwazim.
Ji bo bêhtir agahdariyan; http://www.tirej.org/ , vekin.
Qado Şêrîn
30/09/2006