Gotar

Rexne; hin vala hin jî ceza ye

*Rexneyeke giştî Helîm Yûsiv ceza kir.*Kurd dibêjin; kes bi şîretan çê nabe. Ev jî rexneye.*Ê here masiyan qûna wî şil dibe.*Evdila Keskîn, min ketî û nizim dibîne.*Fatma Savci, ez bi kuştin û qirkirina jinan tawanbar kirim.*Dawud Rêbiwar jî ez xerab û tune kirim*Ko tu pesindarî û dilxweşkirinê nekî, tu wek merov vexwendî jiyanê nabî. Rexne vala ye, bê encam e, bê sûde ye, çimkî her kes xwe di ser rexne, nerîn, dîtin û bîr û boçûnên rexnegir re dibîne, her kes xwe di ser asta rexneyê re digre, kes li rexne û rexnevan guhdarî nake, her kes dibêje ez, ji ber vê yekê rexne encamê nade û rewş û civak bi tevayî aloz û kambax dibin.Li nav milet û civaka zana rexne rastiyê derdixîne holê, civakê li pêş dixîne, lê li nav milet û civaka nezan tawanbarî û kuştinê derdixîne. Rexne dujminan ji merov re derdixîne. Jina merov ji merov dixeyidîne.Rexne vala ye, çimkî dostan dixwe, dadiqurtîne. Mexabin merov nema dikare dostekî rexne bike û wî ji ser riya şaş dagerîne, te dît madê xwe reş û şîn kir, xwîna xwe tal kir û nema silava xwedê da te. Îca partî û martî, serok û marmarok, tv, kovar, malper û nivîskar, a baş merov rexneyan li diya xwe bike û li wan neke.Merov zimanê bernamekêşên televizyoneke kurdî rexne dike û dibêje; bila bi zimanekî rast û dirust biaxivin û nûçeyan bidin. Merov boyî wan wê rexneyê dike, lê gayê sor te çi xwarî, tu yî te ew rexne kiriye, de tu jî careke din çû televizyona wan, tê qedexe û bilok bibe, êdî nabe tu biçî ber sîka dîwarên wan.Di civaka nezan û paşketî de her kes dibêje; ez, ez û ez, ez û min, partiya min, serokê min, malpera min, ez ê kelehê vekim, seh û tajiyê min, ez ê zengil bixim stuyê pisîkê, îca dema tu wî rexne bikî, tu wî û hêviyên wî dişkînî, tu hemû serkeftiyên wî têk dibî. A min e te naxwe, te nacû. Bê guman tê ji kêr, sixêf, tawanbarî, bêbextiyan bêpar nemînî. Helîm Yûsiv rexneyek giştî li çapemeniya kurdî kir, xweda û berpirsê Avesta lê hat xezebê û xwîn bi xwe ve dît. Dem dema şelafî û pesindariyê ye kak Helîm, dema dilxweşkirinê ye, ne dema rexneyê ye, wek tu bêjî stranbêj, malper, tornoçî, çapxane, tajî, solçî û tirşikçî wek te nînin, berevajî vê tê xwe ji ber bêbextî û telaqreşiyên wan di kur de veşêrî. Ko tu dilxweşkirin û pesindariyê nekî; pirtûka te wek nivîskar çap nabe, strana te wek hunermend di tv an de naweşe, wek lêkolîner vexwendî mehrecan û kongiran nabe, û wek merov vexwendî jiyanê nabe. Pesindarî û dilxweşkirin hin derewin hin jî şikestin û têk birine. Ji ber tunebûna rexneyê jiyan û civaka me ewqasî bi xirecir û kêmanîye. Dilxweşkirinê pişta me şikandiye. Ji tirsa bêbextî û tawanbariyan kesek newêre rexnan bike, gelek kes ji tirsa tawanan nema diwêrin helwsta xwe diyar bikin. Em nexweşin.Kurd dibêjin: Merovê here masiyan divê qûna wî şil bibe. Ev jî rexnegir e, dema rexneyan bike dê êrîş bi gelek şêweyan bên ser, mînak:Di 26. 07. 2005 an de, di derbarê ziman û çewtiya axaftina rêzdar Xêredîn Mirad, serokê partiya AZADÎ, min gotarek nivîsand, ji 5 gotinan 6 gotinên wî erebî bûn, mînak( ĥereka teĥerura nîdalî bi eĥzabên teqedumî meĕrûfe…) mexabin heval û piştgirên wî ez birim pişt kera û tiştek nema û di derbarê min de negotin.Hestê serokan şûna hestê netewî û biratî girtiye, hemû dibêjin; bijî serok, dema tu vê yekê rexne dikî, êrîş tên ser te, wek ko di semînera ji bo serhildana 12ê adarê, li Arnheim di 2007an de hat ser min û semîner bigir 20 deqeyan rawestiya. Mexabin tu rastiyê dibêjî, êrîş tên ser te, tu dibêjî ji Kurdistanê, ne ji serokan hez bikin, êrîş tên ser te, tu dibêjî koletiyê ji Kurdistanê re, ne ji serokan re bikin, dîsa êrîş tên ser te.Dema min nivîsa xwe“Tenê wêneyê nivîskara xweşik tê xwendin“belav kir, hin jinên nivîskar êrîş anîn ser min, ji wan weyê min destdirêjî kesayetiya wan kiribû, lê mebesta min ji nivîsê mêr bûn, min rexne li mêran kiribû û ji wan xwestibû nivîs û berhemên jinan bixwînin, ne wêneyên wan, min berevaniya edebiyata jinan kiribû. Fatma Savci di derbarê vê nivîsê de nivîsandiye:  “wêneyên bîst û çar (24) jinan kirin rêzê û ew li gor  miraza dilê xwe teşîr kirin. Li gor min ev kuştineke, qirkirineke giyan û kesayetiya jinan e.“. wax..wax..eger wisa be, min çima navê jineke kurd li xwe kiriye?, başe ko ez bi qirkirina Ermenî û cihûyan tawanbar nekirim. Di bext û wijdanê min de be Fatma xanim nîvê wan wek nivîskar nabîne û ji wan re nexwendiye, tenê bi qûna wêneyên wan girt û li gor daxwaza xwe şirove kir û nirxand, jixwe ko rexnegir hebana wan nedinivîsandin.Me rexneyek li çapemeniya kurdî kir û got; bila keda hiş û ramanên nivîskarê kurd nexwin, bila wî dagîr nekin, bila nivîskarê kurd hest nebe ko ji çapxaneyan re dinivîse, rabûn leşkerên xwe li min har û sor kirin, hinan telefon vekirin û çavên xwe girtin û devê xwe vekirin, hinan ez bi qirkirin û kuştina jinan tawanbar kirim, hinan jî ez nizim û bê mestewa kirim, jixwe hetîketiya mezin ko ez ne bi mafê jinê re me. Hemû buhayê rexneyê ye, tu rexne bikî tê ceza bibî.Piştî nivîsa min“Helwestfirotin“, hin alî û kesan êrîş anîn ser min, û her yekî bi şêweyê xwe ez tawanbar kirim, derew û bêbextî li min kirin. Di dema dawî de û piştî weşandina nivîsa min“Çand û terqîna çapxaneyan. Avesta Xelat girt“. Bi şêweyekî nezan û hişk êrîş hatin kirin, derew û bêbextî li min hatin kirin. De di heqê min de ye, ez ê çima rabim ewan kesan rexne bikim, bila di şaşî û çewtiyên xwe de berdewam bin, tako di nav şaşî û çewtiyên xwe de bixeniqin.Jixwe hinan ji min xwestin lêborînê bixwazim, ji kê nizanim, lê yekî eşkere kir û got; ji xwediya pirojeya Şahmaran(gelekî pesnê wê da, tako li du qam nimêj jê re sorkirim), ji jinên Şahmaran. Eger bi qestî û xerabî nêzîkî kesayetiya wan bûbim, belê lêborînê dixwazim, û ez wan jinên nivîskar ên ko min ew di nivîsa xwe de bi nav kiribûn xwedî tecrube û berhem in bilind û hêja dibînim, min berevanî di ber maf û kesayetiya jinên nivîskar de kiribû. Min gotibû(bi mebesta); eger raste Avesta dixwaze ji we jinan re pirtûkan çap bike, bila çap bike lê ne di bin navê berhemên jinan(Şahmaran) de, bila wek berhemên wêjeyî çap bike, bi vî awayî ji nirxên edebiyata jinan kêm dike. Lê diyare xwedî û xwedanê Avesta nikare rexneyan bipejirîne û ev yek li xwezya wî nehat, rabû bi riya perwaneyên Şahmaran û hevpeyivîna pilankirî re kirim bêexlaq, bê mestewa, nizim, ketî û tiştin din. Ev gotinên nezan û qelsan e. Ko ne wisa be wek zana, wek xweda û berpirsyarê qaşo weşangeriyekê gerek ev peyv ji devên wî dernekevin. Leşker û generalên Tirko jî wisa sixêf û xeberokîne. Ji mafê we ye jî hûn min rexne bikin, lê qurbana we me, bi bext û wijdan, bê xeber, bê sixêf û tawanbarî, derewan mekin, derew ji we re nebaşin, derew merovan çirûk dikin. Fatma Savci min di nivîsa xwe de bi nexwendina berhem û pirtûkên jinên nivîskar tawanbar dike, îca ez jê dipirsim; gelo tu çilo dizanî min nexwendine?, qey hûn jin pirtûkan ji dest ta dest belav dikin û li min qedexe dikin, pirtûk xuşka hêja, mîna çûkan bi gelek baskan difirin, bi gelek şêwe û riyan belav dibin. Eger tu bixwazî ez ê wêneyekî xwe bi hemû pirtûkên Şahmaran re bigrim û ji te re bişînim, bi şertê tu nema binivîsînî. Dawud Rêbiwar jî çengelê xwe avêt nav avê, bi hêviya pirtûkekê ji derya çapxaneyan bigre, di nivîsa xwe de“rexne lê çawa?“ eşkere li dujî Helîm Yûsiv radiweste û piştgiriya çapxaneyên kurdî dike û min jî dispêre nivîsa F. Savci ya ko min tê de bi kuştin û qirkirina jinên kurd tawanbar dike. De ka li navnîşana wî binerin û matmayî nemînin “Rexne lê çawa?“, di nivîsa xwe de dibêje“ Helbet em dizanin Yûsiv ji bo weşanxane karekî baştir bikin ew rexne kirine lê…“, lê çi qurban, şirove bike, tenê sê nuqte danîne. Cuwamêr eşkere devê rexneyê gem dike, bi sînor dike, ango ji mafê te ye Helîm Yûsiv tu avê bi dewla bîra me bikşînî, lê nabe tu jê vexwî, an jî rexneyan bike lê nêzîkî Avesta nebe. Wek bê xwestin merov rexneyan li dewleta Tirko bike lê nêzîkî Kemal Ataturk û partiya guran nebe. Tu ewqasî bibext û wijdanî, û zikêşê wêje û çapxaneyan e, çima tu linka nivîsa min bi ya xwe re belav nakî, dako xwendevan bixwînin û bibînin min çî xerab nivîsandiye, tenê tu min di dadgeha xwe ya ne dadmend e dispêrî dadvana tawanan. De wisa bike dibe ko Avesta pirtûkek te çap bike, ma çî te ji min û Helîm Yûsiv tê. Silavan li ebûqat û dadvana nivîskar a ko bi erzanî dikare tawanbariyan li merovan belav bike, bike. Rexne vala ye, merovan mîna Helîm Yûsiv ceza dike. Helîm Yûsiv çi gunehê mezin kir bû, çi çûkê xwedê peritandibû gotarek bi giştî li ser çapemeniya kurdî belav kir, tako ewqasî bi hişkayî hate nirxandin, gotara wî bi tevayî bû, lê mexabin xweda û berpirsê Avesta her tişt û hemû rexne û cinayetên ko H. Yûsiv bi giştî bi nav kiribûn, kirin ber dilê xwe, li gel ko H. Yûsiv çapxaneya wî bi nav nekirbû, mîna merovê hêk dizîbûn, îca kê silav lê dikir, digot; hêkên çi, ev jî Evdila Keskîn e, û rabû H. Yûsiv ji bo rexneyeke giştî ji çapxaneya xwe blok kir û têkiliya xwe pêre rawestand. Ev tê çi wateyê; nivîskarê li ba wî pirtûkan çap bike dibe mîna leşkerekî kole û bi her hawî nabe rexneyan li wî û çapxaneya wî bike. Ma ne ew e di hevpeyivîna ko rêzdar Husên Dûzen bi pilan piştî nivîsa min û Helîm Yûsiv pêre çêkir, dibêje: “Îmaj û têkiliyên nivîskar me jî elaqedar dike“. Wax..wax, ma te ew kirîne bavo. Başe ko tu nabêjî: bê erêya min nabe hûn biçin destavê. Lê xuyaye ew li bihaneyan digeriya dako têkiliya xwe bi H. Yûsiv re rawestîne. Xwezî ev biryara wî be û mîna fermaneke hişk jê nehatibe xwestin, ango ji nefsa wî ya biçûk derketibe, nefsa ko nikare rexneyek giştî bipejirîne. Kurd dibêjin; merovê here masiyan divê qûna wî şil bibe, îca ev jî em in, merovê di nav tevgera giştî de liv û xirecirê bike dê rexne lê bibin, yê ko rexneyan nepejirîne bila neçe nav goristanan û ne xewnên xerab bibîne. Lê diyare rastî tahle. Ez rexneyan dikim, ev raste, dibe ko hin caran di rexneyên xwe de şaş bim, tûj bim, pîvanên min şaş bin. Ji her kesê rastî şaşiyên min bên lêborinê dixwazim. Lê êrîşên bi nezanî, sixêf û tawanbariyên erzan ne gerekin, derew û bêwijdaniyan nekin dako hûn biserkevin. Bi her hal merov ji bo helwest û baweriyên xwe dijî. Û bijî hûn ji bo helwest û baweriyên bilind û pîroz. 12/03/2008www.qadoserin.com linkên bi nivîsê ve têkildar:http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=62http://www.qadoserin.com/qilcix/index.544.jinenniviskarenxwesik.htmhttp://www.qadoserin.com/qilcix/index.547.helwestfirotin.htmhttp://www.netkurd.org/nuce_bixwine.asp?id=10955http://www.efrin.net/efrin03/kurdi/nuce/2005/07/26.1.htmhtt

p://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=96http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=95