Gotar

Rewşa nivîskar û rewşenbîran

Bi gumana min rewşa nivîskar û rewşenbîran piştî rûxandina rêjîmê dê ne bi gelekî ji ya partiyan baştir be. Ez li ser xwe bêjim, çi roja ku du dezgeh ji bo nivîskaran çê bibin, û her dezgehek bibêbêje: ‘’ez a rewa me, ez ji dezgehan vedikşim û tev li xireciran nabim.

Bi gumana min kongirê ku gelek zikreş û mirî hişyar kirin, çênabe, lê ew ên li dij derketin, li mehneyan geriyan daku gavên erênî têk bibin. Mixabin hin qaşo nivîskar in, ji gotinên ser tenûran hez dikin, jixwe gelekan ji wan dema xwe li ser tenûran derbas kirine, ew li pirsgirêkan digerin daku xwe li nîvê rê deynin, ew kesî napejirînin, ew di afirandina serêşiyan de mamostene, jixwe ew in ên ku rewşa siyasî jî aloz û perçe-werçe kirine, ew ji xwe pêve kesî napejirînin.

Pirsgirêkên kesane wek xala sereke û di dûv re ên partiyane dikin astengî li pêşiya gavên pîroz, eger ne wisa be ji heşt salan ve Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê heye û çalak e, em(ez wek endamê komîta birêvebir) tim dibêjin: ‘’ev dezgeh ji bo nivîskar û rojnamevanên li hindurê welêt tê amade û birêve birin, piştî rûxandina rêjîmê navenda evê dezgehê diçe Qamişlo, her wisa piştî guhertinan kongirê damezirandinê li Qamişlo li dar dikeve’’, lê hin naxwazin vê ji me bawer bikin, çimkî ew naxwazin guhdarî bikin, naxwazin kesî bipejirînin, her wisa rastexo yan jî xwarexo yekîtiya kurdan naparêzin. Dibêjin ew xelkên derve ne, wek ku xelkên derve ne kurd bin û ne ji mafê wan be ji yên hindur e bikin. Ew ‘’ne dixwin ne didin hevala, genî dikin davên newala’’.

Kongirê piştî rûxandina rêjîmê dikare mafê endametiyê jî ji min û hemû endamên din ên li derve bikşîne. Tenê nivîskarên li hindurê welêt dibin sereke û em dibin şax û alîkar. Dîsa jî ew dezgeh dê qet nikaribe giştî û hemû nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanan hembêz bike. Lê tenê divê yek dezgeha nivîskaran hebe, ew dezgeha ku dê mafê wan hemûyan di Sûriya demuqrat de biparêze.

Kongirê piştî rûxandina rêjîmê yê ku dê li Qamişlo cih bigre dikare hemû alî û dezgehan hembêz bike û ji nûve destpêbike. Kongir biryara neqşeya rê û şêweyê damezirandinê dide, lê heçê naxwaze bawer bike ku emê wisa bikin, ew naxwaze kurd jî azad bibin, ew ê bêje eger wek min nebe ez ne bi we re û eger wek min nebe kurd azad nabin. Em hemû çi reş çi spî dikarin li kongirê Qamişlo bicivin û gava yekemîn bavêjin.

Mirovê di ber berjewendiyên gelê xwe de ji ya xwe neyê xwarê, ser hişk bimîne, ew li dijî berjewendiyên gelê xwe derdikeve.

Eger em li hevdu guhdarî bikin, hev du bipejirînin û ji hevdu hez bikin, bêşek emê bighên armancên bilind û pîroz, û emê nehetikin wek çilo partî ji dûv perçebûnan hetikîne.

Li dawî, gelek spas ji bo malpera Welatê Me ji bo pêşniyar û derfetan.