2010-05-08
Ji demeke dirêj ve hewl didim ku di pêlên hinavên Qado Şêrîn de avjeniyeke bi hêz bikim û dermanekî ji pirsên bê bersiv û bi tirs re, di dermanxaneya Qado Şêrîn de ez bibînim !
Qado wek ava zelal bersivdare, û destarê xwe jî digitale, nok, nîsik, garis ,ceh û geniman bi hev re dihêre !
Qado Şêrîn şûrê rexneyê bilind dike û agirekî bilind bi rûreşiya nivîskar û rewşenbîran dixîne, mal û mewalên eşîra partîtiyê jî tîne pênc qirûşan !
Qado Şêrîn tîrkevanekî giran davêje dilê durûtiyê û ji felsefeta misdan û koletiyê jî nefret dike !
Qado ben û werîsên xwe davêje stiyên rewşenbîran jî û helwestên mêranî ji wan daxwaz dike !
Pirs in bê bersiv û berfireh ji hemû nivîskar û rewşenbîran dike û deriyê nîqaş û gengeşiya dan û standinê vedike !
Qado bi siyasetê nizane, lê bi siyaset li ser siyasetê diaxive !
Qado Şêrîn serok û merokan li ser masa xwe dicivîne û bi wan re dikeve nîqaşê û berpirsiyariya dîrokî di stiyê wan de dibîne !
Qado Şêrîn ragihandina Kurdî wek komeke partiyane bi nav dike û zelal dike ku TV yên Kurdan lal û pûç in û dibîne ku zimanê TRT6 ne zimanê kurdî ye!
Nivîskar Qado di derbara bi karanîna şaş ji zimanê Kurdî re mamtmayî dimîne, bi taybet jî di TV yên Kurdî de ,
Qado nema tehemulê dike û dibêje: keko zimanê Kurdî li hin deveran nêre û li hin deveran mêye û li hin deveran jî nêrmêye !
Lê li dawiyê qilçixekî davêje û dibêje biborin : gerek min navnîşana pitûka xwe kiriba ( Merok û Serok ) ji ber ku ew dibîne merok ew sûretên herî orîginalin ji serokan fermo ji we re hevpeyvîn.
( Inayet Dîko )
* * *
Qado Şêrîn û nivîs û helwestên wî.
1-Hêja Qado, destpêka te bi nivîs û pênûsê re çawa bû?
-Wek avêtina kevir û girikkirina gollên avan bû.
2-Hêja Qado, mebest û armancên te ji nivîsandin, gotar û reşbelekiyê çi ne?
-Qilçixnivîsandine, hinan bikenînim, jixwe ko hin keniyan dê hin bigrîn. Mebesta min piştgirî û hilkişandina bi çiyayê rastiyê ve ye.
3-Te gotibû ku Kurd bi zimanên serdestan dinivisînin, ma ne Kurd jî dibêjin : ku mirovê li hespê cîranan siwar, her tim peya ye ?
-min nivîsandibû: kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.
4-Qado bi qilçixan bêhtir hatiye nas kirin, ev tişt raste?.
Raste, şêweyekî nûye, min di navbera gotar û çîrokê de afirandiye û bi Qilçix bi navkiriye, hema hema hemû jî rexne ne. Ya pêwist ko ez wan bi zimanê tevaya milet, bi zimanê karker û cotkar û gundiyan dinivîsim, ez hêvî û xwestekên wan dinivîsim, dako hemû fam bikin çi dinivîsim, ji bo vê dema zirav û teng ev gelekî pêwiste.
5-Li ser çi mijarê be, tê xuya kirin ku Qado zû zû û yek ser bextreşiyan dike, bêyî ku bizanibe armanc û mebestên mijarê çine …raste ?.
Tenê yê ko wî rexne û tazî dikim wisa dibêje. Eger li ser hovîtiya wan kurdên ko ji bo serokan di Newroza Medrîdê(SPANYA) bi hev ketin û xwîn bi ser serê hev xistin, binivîsim, dîsa li gor wan ezê bextreşiyan bikim.(bitikîn).
6-Gelek dibêjin ku Qado her tim li tiştên nîgativ digere, yanê kiras pîvanên Qadoyîzmê her tim li dar in ?
Raste, lê nizanim çî pozetîv heye ko li ser binivîsim. Bindestiya me, koletiya ji serok û merokan re, perçebûna milet û civakê bi jimara serok û partiyan, rewşa ziman û nivîskarên ne rewşenbîr ko rexneyekê napejirînin. Rewşa jina kurd û têkçûnên ji her alî ve..ji hev ne hezkirin..li hev ne guhdarîkirin..hevdu ne pejirandin..û çi û ne çi looooo. Bê welatiya me sûcê me ye kaka, eger em bi hev re baş bana, eger serok û partiyên me bi hev re baş û li hev bana, ana welatê me jî heba.
7-Niha mirov realîte bifikire, ne mumkine ku hemû rewşenbîr û nivîskar wek Qado bifikirin û bibînin ?
Îca te baş got û rast pirsî, min jî wisa ne gotiye û ne jî dixwazim, berevajî vê ez li dujî wê me. Ez tim dibêjim: qet nabe mirov ji ber hev bên girtin, nabe wek kopiyê bin, ma dibe hemû mirov, kêzik, serok, marmarok û gumgumok wek hev bin. Gumgumok diçin kur wek hinan xwe dixin rengê wir. Ya ji rewşenbîran dixwazim ko xwedî helwesteke mêrane û dîrokî bin.
8-Ma gelo ev nakokî û durûtî,wezîfeya Qado bi tenê ye, çima nivîskarekî din jî tevlî govenda te nabe ?
Bibore, ya ko ez dikim rast û dirustî bixwe ye, rexne ye, gerek em hemû wisa bin, ez şaşiyan bin ax nakim. Gelek nivîskarên dolaran mîna gumgumokan hene, her kêliyekê bi rengekî ne. Bi min re, li ser telefona min piştgiriya min dikin, û hema ko telefonê dideynin şerê min dikin. Gelek ji wan ziman û dayika ziman dikin bi qurbana bercewendiyên kesane.
9-Di mijar û nivîsên te de gelek gotin li ser peran û nirx û dolar û Euroyan derbaz dibin, ma tu ji peran hez nakî ?
Li gor dixwazim bijîm ji pereyan hez dikim, hema ne birçî û tazî bim(kes ji birçîna nemiriye). Qet ji bo pereyan nebûme kole, min xwe erzan û melûl nekiriye, min ji bo pereyan berê pênûsa xwe neguhertiye, min pênûs û ziman û qilçixên xwe nekiriye bi qurbana pêxember, serok, pêlav û pereyan. Dako exlaqê xwe biparêzim, her tiştî dikim bi qurbana Kurdistanê.
10-Hêja Qado, wek tê xuya kirin ku tu çep û rast şerê xwe îlan dikî, ji rewşa siyasî û civakî tu ne razî yî, gelo pîvanên we çine ?
Pîvanên me hestê netewî ye, hezkirin û parastina bercewendiyên milet û welat e. Partî û serokan milet bi jimara xwe perçe-werçe kirine. Partî û serokên me bercewendiyên xwe di ser ê milet re digrin, hin caran her tiştî dikin bi qurbana serok û partiyan. Eşkere koletî ji hin serokên partiyan re dibe(bi can, bi xwîn..), bi gumana min ew qurbanî û silogan tenê di partî û rêjîmên diktator de tên gotin, ji Sedam û Hafiz Esed re dihatin gotin. Di partî û welatên demuqrat ew diruşme tune ne, ew her tiştî dikin bi qurbana milet û welat. Serok dê biçin(bimrin), lê milet û welat dê bimînin. Mixabin ko kurd xwe bi xwe ji bo serokên partiyên xwe bi hev ketine û xwîn rijandine, hev kuştine, ma ji vê şermezariyê mezintir heye.(bitikîn). Li başûr jî mixabin pêşmergeyan ji bo serokan hev kuştine.
Qado Şêrîn û xurbetî û nivîsîn
11-Tu çima ji welat derket?
Bi gumana min qederê bi şaşitî ez li van welatan danîm. Şaştiya herî mezin di jiyana min debû, ez gelekî poşman im.
12-Xerîbî û daniştiya li xurbetiyê ji bo te çine ?.
Mane min gotarek di bin navê ‘‘ xerîbî qeşa li ser êgire‘‘(bitikîn) nivîsandibû. Ez(em) wek qeşa li ser êgir didawerivin darbesta jiyanê.
13-Hevalên te yên ku tu dikarî bi wan baweriyên xwe hilpesêrî çendin ?
Heval û dost ew in ên ko xaleyên hevbeş di nav wan de hebin. Heval û dostê ko ji bo rexneyek biçûk lêvên xwe biqermiçîne, ew ne tişteke, kêfxweş dibim dema wî ji jiyana xwe diqewitînim. Ez tu wateyê ji dost û hevaltiya pesindariyê re nabînim. Nimûne: Kawa û Ciwan bîst salan di eynî partiyê de dost û heval bûn, bi serê hev sûnd dixwarin, dema du berpirsên partiyê bi hev ketin û bûn du serok û du partî, Kawa û Ciwan jî cuda bûn û wek du marên reş bi hev ketin, êdî bercewendiyên giştî qeder û neqşa heval û dostan nîgar dikin. Kurd dibêjin sê dost hene: ‘‘dostê can, dostê gan û dostê dan‘‘.
14-Tu ji kîjan gotinê ji van gotinan bêhtir ditirsî ( Xurbetî- Muxaberat- Heval- Bazirgan-Siyasetmedar ) ?
Wek gotin ji wan natirsim, lê ji bikaranîna wan a şaş û ne mirovane ditirsim. Ana di derya xurbetê de dixeniqim.
15-tu guhdarî stranên kîjan dengbêjî dikî ?
Mihemed Şêxo û kilasîkên Kurd.
16-Dibêjin ketina hindurê dîrokê, berê bi xwînê bû, lê îro bûye bi ( …..ûnê) raste ev tişt ?
Ji bo hin zindiyan raste, çimkî guman dikin ko ew ê bi qûnê bikevin dîrokê, nimûne: (bitikîn), lê dîrok li gelek moxilan dikeve tako dirûnê. Eger bikevin dîrokê jî dê wek nimûneya lanetê bikevinê.
17-Kurd dibêjin: mirovê dest bavêje kevirê mezin, qet şer nake, raste?.
Raste ezbenî, lê berê ne wisa bû, dem dema diruşmeyên mezin û qelew e, dem dema derew û gelxapandinêye. Gelekan digotin: rêzgarkirin û yekkirina Kurdistanê li ser destê meye. Digotin: emê tenê serxwebûn û azadiya Kurdistanê bînin. Em in ên ko aştiyê bînin cîhanê. Lê hemû derew û tiştin din derketin. Ew kevirên mezin bûn zixur û qilçix û ketin çavên wan.
Qado Şêrîn û siyaset
18-Qado ,,, dibêjin ku hût û masî di Oqyanûsan de mezin dibin, û mirov jî di partî û rêxistinan de bilind dibin, çima tu derbasî nav partiyekê nabî ?.
Ne ez zanim siyasetê bikim, ne jî zanim derew û dilxweşkirinê bikim, êdî ew bilindahî min navê. Ana bûye ko em ji her tiştî fam dikin, siyasetê zanin, mûzîkê zanin, nivîsandinê zanin, şêwekariyê zanin, hema hema di her tiştî de feylesûf û zana ne. Xwezî her yekî ji me li gor karîn û zanebûna xwe bikra, ana rewşa me baştirba. Di Oqyanosan de hût masiyên biçûk dixwin dako bijîn, lê em bi nezaniyê hev dixwin dako em biser kevin.
19-Di ferhengoka rojane de, çiqas Kurd gotina bijî û her bijî û bimre û bişke û bikeve bi kar tînin ?.
Eger ew rewş berdewam bike, emê hîn bêtir têkbiçin, tenê bercewendiya dujminan di berdewamiya wê rewşê de heye. Mixabin li şûna em bêjin: bijî Kurdistan, dibêjin: bijî Serok. Qey serok ji Kurdistanê mezintir bûne bavo, qey dê Kurdistan biçe û serok bimînin. Li şûna ala Kurdistanê bilind bikin, al û wêneyê serok û merokan bilind dikin, gelo nizanin bê çiqasî dujmin bi vê yekê kêfxweş dibin, bi vê yekê yekîtiya kurdan têkdibin. Dêmek kêfxweşiya dujminan di ser bercewendiya kurd û Kurdistanê re digrin. Gelek ji serokên me xwarz û biraziyên xwe amade dikin li şûna xwe deynin.
20-Di dema dawî de, pishtî Zeydî yê Iraqî sola xwe avête Georg Bush gelek gotinên sol, pêlav, çarox, şimik, tasûm, sendel û qundere derbasî medya û edebiyatê dibin, tu çawa dibînî ?.
Mirovê solê ji wate û pêkanîna dîrokî derxîne, zulmê li solê dike. Sol tim bi wateya nizim bikar hatiye, ji ber nizim bi çiyan ve jî diçe. Solê tim ling ji sermê, ji gemar û tiştin din parastiye, îca dikare pêl li zelqên mirîşkan jî bike. Bi gumana min Zeydî bi avêtina solê, sola xwe li dîrokê xist. Ereban wek şoreşa solan nirxandin û pîroz kirin. Mixabin Ehmedê Huseynî jî çanda pêlavan(bibor in pêl avan) derbasî edebiyata kurdî kir, li gor lêkolîna Heyder Omer ta berî E. H. Kesekî sol bi wateya xwenizimkirinê bikar neanîbû, êdî E. Huseynî jî ket dîrokê. Di xirecira pêlav û pêl-avê de, hinan xwestin Qilçixekê binivîsim û E. Huseynî wek nimûneya xwenizimkirinê di dîroka çanda kurdî de bi nav bikim, lê min ew xwestek red kir û ji wan re got: hûn binivîsin. Eger raste dîrok her tiştî dinivîse, dê vê jî bi mêranî binivîse. Xwezî em hemû bi xwe re, bi hev re û bi pênûsa xwe re rast û dirust bana, nemaze rewşenbîr.
21-Çima hejmara rêxistinên Kurdî li Sûriyê kêm nabin ?.
Ma te bihîstiye qantir û kevir zane. Eger wek min nebe, ez ne bi we re, mixabin li nav kurdên rojava wisa ye. Yek xwe ji yê din re danaxîne, kes bercewendiya kurdayetiyê di ser ya xwe re nagire, her yek guman dike ko ew tenê rast û diruste û yên din hemû şaş in. Eger kêm bibin dê rewşa me baştir bibe, ji berê de ko hevdu bipejirandina ana welatê me jî heba, kes kesî napejirîne, hemû dîk in. Bi gumana min wek ko bi hev ketine, bi dujmin nakevin. Raste rast an rastexo xiyanetê dikin, ma tên çi wateyê ewqase perçebûn, alozî û qelskirina milet, bi hevketina navxweyî, bêhêvîkirina milet, ev hemû nîşanên tunekirinê ne.
22-Te bihîstiye ku rêberekî Kurdan bi zimanê Inglîzî diaxive ?.
Min nebihîstiye, lê min diye gelek bi zimanê serdestan diaxivin, ji serdestan baştir. Eger hat û yek bi Ingilîzî axivî, dê nebe serok û rêberê kînkişandin û şikestinan. Celal Talebanî di bikaranîna zimanê erebî de baştirîn serokê welatên ereb, derket.
23-Te dîtiye ku rêberekî Kurdan bi zimanê Kurdî baş dizane ?
Mixabin na, jixwe serdestan bi alîkariya wan zimanê kurdî têkbirine.
24-Li dinyayê, Medya (Ragihandin ) miletan çêdikin raya gishtî dimeyînin, lê Medya Kurdî serok û pêşengan tenê ji me re peyda dikin … çima ?
Ji ber ko medya azad tune, medya demuqrat tune, eger hebe jî dê xwe ji tawanên partiyan biparêze. Çimkî medya ko heye ya partî û serokan e. Ew medya ko di bin çavdêriya milet û bercewendiyên welat de tune. Eger hebe jî nikare du rexneyan li serok û partiyan bike, eger hat û rexne kir jî dê bibe xayîn. Li ba me serok û partî medya çêdikin.
Qado Şêrîn û Ragihandina Kurdî
25-Li derdora 14 Televizyonên Kurdan hene, gelo kîjan dikare xitaba cîranekî bike ?
Ji bilî endam, piştgir û mirîdên xwe nikarin xîtaba du kesan bikin, îca cîran ha. Di dûv re Tv ne ji bo xîtaba cîranan bikin vebûne, ji bo piropogenda serok, merok û partiyan vebûne, eger ne wisa ye, bila nerînên cuda biweşînin. Ji bilî Kurd1, Korek û Kanal4 ta ana ew piropogenda nekirine.
26-Çima ji 80% ji bernameyên televizyonên Kurdan stran û stran û stran in, Kurd ji bilî mûzîkê bi çi difikirin?.
Dîsa bi mûzîkê difikirin. Ji ber Tv ên ko hene yên partiyan e, partî jî derfetê nadin nerînên baş û cuda. Di dûv re mûzîk û stran keleha serok û partiyan narûxînin, rexneyan nake.
27-Gelekan (TRT6) şaş dîtin û gelekan jî baş dîtin, hinekan gotin: TRT şaş û hinekan jî TRT baş û hinekan jî gotin: TRT caaş, tu çawa dibînî ?.
TRT6 li xwe mikurhatina Tirkan a piştî tunekirina 80-90 salî bû. Lê îca bi zimanê me daxwiyanî û xitaba xwe boyî me radighînin. Bi zimanê me şerê me dikin.
28-Çi cudatî di warê zimanê Kurdî tê xuyakirin ger em TRT6 û kenalên Kurdî bidin ber hev ?
Ji 1400salî ve şerê zimanê kurdî tê kirin, kurdan dikarîbûn zimanê xwe li gund, li ser çiyan û di şekeftan de biparêzin. Lê bi gumana min di dema tv, internet û ragihandinê de hêdî hêdî têkdiçe. Jixwe îca zimanê TRT6 ne zimanê kurdî ye, mîna zimanekî ko nû hatibe çêkirin û bi qestî û zanebûn navê kurdî lê bûbe.
29-Sûretekî tazî di ragihandina Kurdî de, ji mijareke giran bihêtir balê dikşîne ser xwe, ev çi sûsrete ?
Ne sûsrete, dem wisa dixwaze, ji ber ko ew wêne dê di pirtûka pîroz de nû be, lê di wê tv de bernameya balkêş û giran bê wate û tamsarkî kirne yan jî tune ne.
30-Nerînên te li ser van bernameyan çi ne ( Tropico – Hindik û rindik –gircogoll-Mîvan show û Dashni û Hêla hopa ….na-na-nah )?
Ez baş dibînim, ji ber di dema wan de diçim tiştekî din dikim. Diyare kurd nebûne dîk wek Tirk û ereban azan didin.
31-Ji ragihandina Kurdî çi kême ?
Ragihandin kême. Ji bilî mûzîk û stranan her tişt kême, ji kenalên sêks ta bi bernameyên xwerexnekirinê.
32-Gotina “ stran „ bi zimanê Kurdî nêre yan mê ye ….? ji ber ku gelek caran em ji dengbêjan dibhîsin dibêjin: emê stranekî ji we re bibêjin, yan jî vî stranê em diyarî we dikin, çawa ev hevok wê hev bigre ?.
Li hin tv yan nêre, li hinan mêye û li hinan nêrûmê ye, îca her yek azade kîjanê bikar bîne. Ma dibe em rabin ziman û azadiya mirovan jî qeyd û bend bikin, ew azad in kîjanê bikar bînin, lê tenê ziman têkdibin.
Qado Şêrîn û merok û serok
33-Ev çi qilçixin li dawiya emrê te ( serok û merok ) ma keko qey mirina te nêzîk bûye ?
Mixabin min navê pirtûkê nekir ‘‘Merok û Serok‘‘.
34-Gotina dawî, lê rêklam û pesindariya kesekî ne de ha ?
Xwezî bi roja rewşenbîrên me wek ên xelkê helwesta xwe bi mêranî, bi eşkereyî, bi pênûsan û di bercewendiya kurd û Kurdistanê de û ne di bin bandora serok û partiyan de bidin û bila tayê kirasê min tune ba.
Spas Qado ku te ji vê xwîn giraniya me te tehemûl kir, spas ji te re.
Spas ji xwendevanan re..
Inayet Dîko