Gotar

Mihemed Şêxo: Stran sînoran nas nakin

 Bêguman ev gotar ne dilopek ji derya jiyana nemir e, tenê min xwestiye ko pencereyekê li jiyana wî vekim, dibe ko sira bayê wî li hiş û ramanên kesên ko ji muzîkê fam dikin, bixe û karekî pisporî ji vî hunermend û dengbêjê hêja re bikin. Divê gotarê de ez ber bi muzîka wî ve nêzîk nebûme ji ber ko ev bêhtir kar û xebata kesên ko ji mûzîk û dengbêjiyê fam dikin û bi taybetî ew kesên ko bi mûzîkê re mijûlin, lê min bi kurtî jiyana wî bi awakî çîrokî û hesan nivîsîye ji bo her kes xwe di neynika jiyana wî de bibîne û di serî û sawîrê wî de bimeye, bêtirîn alîkariya birayê wî (Beha) ez sipas dikim, dawî ez bi hêvîme ji hemû kesên ku ji Mihemed Şêxo hez dikin vê gotarê ji 11 kesên ko bi kurdîya şêrîn nizanin, bixwînin, û hez dikin Mihemed Şêxo bixwînin.

M. Şêxo di gotinên stranên xwe de; roje, azadîye, jiyane, pêşmergeye, bilbile. Gotinên wî hilbijartîne da ko bi şêwekî taybet nava mirov ji hez kirin û mirovantiyê tije bike, di her helbesta wî de deryak ji girî û dilşewatiyê heye, ji bo tevaya kurdan gotinên stranên xwe hilbijartine. Ew bi şêweya mûzîk û helbestên stranên xwe diyar dike ko wî rewşa kurdan baş fam kiriye, stranên wî hemû bi axîn û bêzarîne, rengek taybet bi wî ye ango wî dibistanek bixwe damezirandiye. Gotinên stranên wî mirov di jiyan, evîn, welat, har û dîn dikin, winda dikin, her straneke wî afesaneke, helbesteke, deryake, girîyeke, şoreşeke, destaneke, guleke, dilbereke, çûkeke, dê û nanekî tenûrêye, di her strana xwe de kurdistan wek dilber, wek gulekê pêşkêş dike. nimûne: Ey lê gulê.

Bi kubarî jiyana xwe borand, wek bazekî payebilind û serfiraz, wek çûkekî azad ko sînoran nas nake jiyana xwe borand. Rewşa rojane ya xerab qet bandora xwe di guhertina jiyana wî de nekir, belê starandan wek ava ko ji kaniyeke sermedî biherike, ta ko dilê wî yê mezin dikir tik-tik, wî stran dane

Di sala 1948´an de li gundê girbawî hate dinê. Navê wî Mihemed Salih kurê Şêxmûs e, diya wî Fatma ye, kalkê wî Ehmedê “Doqo“ ye, pênc bira û şeş xwişkên wî hene, navê jina wî Nesrîn e û niha li ba birayê wî Beha dimîne. Berî ko biçe dibistanê, di sala 1964an de ji girbawî rê digre gundê Xecokê û li wî gundî dibistana sereteyî dixwîne, di dersxana sisiyande quran xitim kiriye, di xwendina olperestî û di ya din de jî gelekî jîr û zana bû, belengazekî melûl bû, û ji ber vê yekê kesî tu hêvî jê nedikir ko rojekê ji rojan bibe kesekî mezin û hunermendekî  navdar. Di van deman de û ew jî hîn zaro bû diya wî xewnekê dibîne û ji Şêx reşîd re dibêje: min didît di qulikekêre şewqek tûj xwe bera nîvê hundurê mala me dida. Şêx Reşîd wisa xewna wê şirove dike û dibêje: wê kurekî we yan wê dunyayî be yan jî wê axretî be, wê gelek nav û dengî pêkeve

Ko xwendevanên hevalên wî dersên xwe ezber nedikirin li alî wan dirawestiya da ko li pêş çavên wî lêdanê ji mamoste nexwin. Di vê demê de û hîn zaro bû nerînên wî ên qatî ber bi çav bûbûn nemaze dema komonîst gihiştibûn gund û belavok û daxuyaniyên wan  xwendine, ta ko carekê û bi sedema bîr û baweriyên xwe bi ((SELAH)) re bi şevê dikeve zindana dibistanê lê li tuştekî mukur nehatiye.

 Malbata wî gelek caran mişext û der bi der geriyane, her ji demekê li deverekê bi cih bûne, di 1963 an de ew her ji demekê li gundekî bi bûn, li Amir-Girbawî-Nicim. Lê ew li ba apê xwe Ehmed dima û dibistana seretayî bi dawî tîne, paşî ko xwendina xwe li gund tewa dike dire ba apê xwe Berces li bajarê Qamişlo û li ba wî salekê dimîne, ji ber ko di xwendina xwe de gelek jîr û li pêş bû û zarokên wan ne wisa bûn, gundî dexse wî dibûn û jê di tengirîn, gotin û bêbextiyan bi derewî li ser wî dibêjin wek; meyê vedixwe û herroj serxoşe û diçe şahiyên filehan, wan wisa digotin da ko dev ji dibistanê berde û bibe mîna zarwên wan, lê ew dimîne û dixwîne, piştî salekê ango di 1965an de ji gund tê Qamişlo û dema ku di dersxana heyşt an de bû li dibistana “Irûbê“ êş dikeve çavên wî, bav jî ji ber

rewşa aborî ya xerab nikare tiştekî bike, da xwendevanên hevalên wî çend qirûşan berhev dikin û wî dişînin Helebê, ji wê rojê de berçavkê dideyne, xwendevanan pîrozbahiya wî kirin û kêfxweşiya xwe jêre diyar kirin dema bavê wî ji bo wî carekê dire dibistanê, mamostan jêre gotin; bibêje kurê xwe bila li pêş xwendevanan bi mere gelekî gift û goyê neke, ji ber ko em şerm dikin, ma wek meye yan wek wî ye? Bavê wî bersiva wan dide û dibêje: “Na weleh weke wîye û ne weke weye”. Kurê wî çavê wî ji kesî nedişkest û serê xwe ji kesî re neditewand, ji ber ku Filehên “Partiya netewa Sûryê” gelek serêşandin ji xwendevan û şagirtên kurdan re çêdikirin dikirin. Di vê demê de M. Şêxo xwendevanan li dora xwe dicivîne û dest bi tenbûr û mûzîkê dike û şahiyên Aramê Dîkran amade dibe. Tenbûr ji galon, kod û ji darka çêdike (li gund) apê wî Husên carekê tenbûreke bedew çêdike; ji Farûqê Şêx Hemîdê Huseynî ê Berko” pêve tu kes tunebû ko bizanibe lê bide û Farûq jî ji heftiyê carekê dihat gund, apê wî jî tenbûr ji ber destên wî ê ko dilê wî li ser diperitî dikir sebetê û bi kilît dikir, paşê apê wî jêre got: Ezê çend stranên kurdî bêjim ko te baş lêdan ez ê bidim te û bila ji te re be, lê M. Şêxo ne tenê wan baş lêdide belê çendekên erebî jî lêdide. Mixabin temenê wê tembûra bedew kurt bû, ji ber ko carekê li hewşê lêdida û ji nişkade bavê wî û mele û mirovekî din derbasî hewşê dibin, ji tirsa tenbûrê re bilez û bez wê dispêre qurçikekê û paçekî bi ser werdike, ji hemû deveran mele pala xwe dide tenbûrê û qirçînîyê jê tîne û dibêje: Ev çibû min şikand?. M. Şêxo di nava xwe de ditengire û dibêje: Ne tuştek bû.

Di sala 1967 an de dibistanên Sûryê deryên xwe ji ber şer digrin, M. Şêxo rê digre û diçe gundê Xecokê û gundî jî bi hatina wî kêfxweş û şa dibin, ji ber ko ew jî dibe wek kurên wan, dema ko dibistan dîsa vedibin bavê wî ji ber gotinên xelkê pera nadê û nema diçe xwendinê û ji ber çavên xwe ji leşkeriyê efû dibe, ma ko alîkariya bavê xwe bike û barê malê hilgire.

Têkiliyên wî yên polîtîkî bi partiya qomonîsta Sûryê re çedibin, lê ji ber ko stranan li ser Xalid Begdaş((serokê giştî yê P.Q.S)) û li ser daxwaza wan nabêje ew têkilî dom nakin, ji ber ku pirsgirêka kurd û kurdistan ne di bîr û bala wan de bû û ne jî di pilanên wan de bû ku tiştekî jêre bikin.

Jiyana wî di malê de gelekî dijwar bû, yek ji wan dijwariyan, çaxê ko di embara baran de radiza, gelek caran di tariyê de şevên zivistanê diborîne, gelek caran diçe gundan li tenbûrê digere û şevên xwe wisa diborîne û li radyo jî guhdarî dike.

Di 1969 an de gelek caran diçe ba Husênê Tewfo û Xelîlê Êzîdî çimkî tenbûr li ba wan hebû û li gundê Nêf cara yekemîne ku eşkere stranan dibêje û li tenbûrê dide ji bo beyana 11 Avdarê di 1970 î de.

Bavê wî li ser zimanê Mela hergavê jêre dibêje: ‘’ê ku li tenbûrêxîne îman di tiliyên wî de namîne’’. Hingî ku ji ber rewşa aborî perîşan dibin koçemal bar dikin “binya red” li wir avdanîyê dikin, ji gundekî diçûn gundekî. Hingî dilê wî bi ser tenbûra wî vebû pirê caran dihate şikandin-carekê hîn li wira tenbûra wî di pencerê de bû, mirîşkek dikeve pencerê, bû kiş kişa wî ji bo ku berde wê lê mirîşkê tenbûr da erdê û kir du perçe, radibe bi dû mirîşkê dikeve ta ku nigê wê dişkîne. Di wê salê de bi qaçaxî derbas dibe “Turkiyê”. Zulm, zordarî, bêbextî ne dipejirand, carekê pezê ereban dikeve nav pembûyê wan, li yê ereb dide. Di eynî salê de Helîmê Hiso((Bavê Luqman)) li wê deverê avdançîbû, li ser avê li yekî ereb dide û wî di coga avê de dirêj dike, ê ereb hawar û gazîya xwe dibe dost û hogirên xwe, li gel vê jî M. Şêxo bi mêrxasî hemberî wan diraweste û demançê li wan derdixe û wisa dibêje: Ê ku nêzîk bibe bê şek ew kuştîye, yek ji wan ceger nake û  nêzîkî wî nabe.

Di 1970 î de û piştî ku careke din dizîvire gund, berê xwe dide Beyrûtê da ko hînî mûzîkê bibe, li wir bi xurtî û berfirehî dest bi muzîkê dike û di Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê dikeû di gel Memhmûd Ezîz, Rifetê Darî, Se’îd Yûsif û Remedan Nicim Omerî di koma “Serkewtin” de dibe endam. Berpirsyarê komê di cîde wî dipejirîne. Di şahiyeke wî de serokê Libnanê “Sulêman Ferenciyê” amade dibe û gelekî kêfxweşî û razîbûna xwe dide diyar kirin. Di radyoya Libnanê de stranên wî yên kurdî belav dibin û di wê çaxê de navê wî dibe M. Şêxo. Dengbêja ereb Semîra Tewfîq ji wî dixwaze ko di koma wê ya muzîkî de karbike,  di 1972an de  di yekîtiya hunermendên Libnanê dedibe endam, stranên ko bi wan û bi hevkariya Mehmûd Ezîz û Mehmûd Eclî dibe bi nav û deng ev in ;( gewrê-zeynebê-gulîzar-hebs û zindan- rabe ji xewê- eman dilo- di baxan dil- ber dilê min pir şêrîne.). Hêjayî gotinêye ku çûna wî ya Libnanê bi qaçaxî bû.

Di 1972 ji Libnanê derdikeve ji ber ko hewldana kuştina wî dibe, nerîna wî di Libnanê de ev bû “nêzîk ne dûr wê kesek nema bikaribe di Libnanê de bijî”. Ev gotina wî di 1972 an de bû. Pişt re dizîvire welêt û dibe berpirsiyarê koma muzîkî ya Rimêlan((navenda petrolê)) û ji bo bîrhatina “Tevgera Teshîhî”((ya ku serokê Sûryê Hafiz Esed pê rabibû)) xwe dide alî û nema diçe karê xwe û ji Rimêlan tê qewitandin, divê salê de diçe Iraqê û di radyoya kurdî de stranan dibêje (gewrê-bexçê gula- ber dilê min pir şêrîne- di baxan dil- eman dilo.). Piştî ji Iraqê vedigere Sûryê dest bi stranên netewî dike û di şevbêrkan de jî dibêje. Piştî guhdana wî ji kêşa miletê wî re  Hikûmet lê digere, Bêtir ji hemiyan hêzên ewlekariya siyasî yên ko nifûsa wî her dem li ba wan bû, debara wan ji ber wî nabe da wî sirgomî Libnanê dikin, şevekê li wir dimîne û ji wir kemanekê bi xwe re tîne. Li Qamişlo dîsa li hêzên ewlekariyê rast tê.

Di 1973 an de careke din li Iraqê di radyoya kurdî de stranan dibêje( deh û yek adar cejna azadî- azad tu şêrîn- ez bûm pîrê xemcivîn- min bihîstî tu nexweşe-dilgirtiyên awrên çavên wî). Li wir vê carê Tehsîn Taha, Gulbihar, Şemal sa’ib, Bişar Zaxoyî, Mimemed arif Cezrawî û Îsa Berwarî nas dike. Strana T. Taha ya bi navê “aso û destaro” dibêje, T. Taha wî maç dike û jêre dibêje: Te ji min xweştir kir. Di vê salê de ( yadê rebenê- ez keçika kurdî me-kê dinya hejand) dertîne û diçe Başûrê kurdistanê, sê mehan dimîne û Berzaniyê nemir bi wî re dirûne û 500 dînar û ala rengîn diyarî wî dike.

Di 1974 an de cardî vedigere Qamişlo, lê hêzên ewlekariyê dest ji wî bernadin û herroj wî digrin û lêdidin, dibêjin carekê derengî şevê bû dire gundê Xecokê, diya wî jê dipirse: Tu li ku bû ta niha, wî gotibû: Ez di nav dara de bûm. Ji lêdan û lêxistina pir nikarîbû xwe bide ser lingên xwe, bi dîwaran ve dimeşiya û nikarîbû gorê xwe ji lingên xwe bike ji ber ko bi lingan ve mabûn zeliqî. Carekê nijadekî nû yê hêzên ewlekariyê tê Qamişlo, lê dizîvire û jê dipirse: Tu yî M. Şêxo…? Wî got: Na ez Mihemed Salih Ehmed im, wek di nifûsa wî de hatibû nivîsandin, dev jê berda û ew jî xwe dide alî û xwe vedşêre.

Ji ber ku debara wî ji ber destên hêzên ewlekariyan nema dibû, di 1975 an de bi carekê re dire Îraqê û pêşewaziyeke germ pê tê kirin, salekê dimîne, piştî şikestina 1975 an bi pêşmergan re û bi navekî Îraqî rê digre Îranê. Li Îranê ev stran derxistine (ji mihabad- di zindan ê- xem û xeyalê- ey felek- bêzarim). Lê li wir îca raserî safakan tê û ew îca dest ji wî bernadin û gelek caran wî dikşînin ba xwe, doza wan jê ku navê Kurdistan biguhere bi Gulîstan, M. Şêxo ji wan re dibêje: Ez ji bo vê gotinê li virim. Hember ku ew ê jî turumbêlekê û xanîkî û mûçiyekî hêja bidne wî. Careke din wî dibin ba xwe bi sedema ko wî di strana “ey felek” de gotiye: “Em bê dost û bê kesin”, ma vaye em we xwedî nakin, çawa tu wisa dibêjî? M. Şêxo ji wan re dibêje: Heger dost û kesên me hebana we yê çima em xwedî bikirna. Û ji ya xwe nehat xwar û dersên erebî dide ji ber ko gotibû zimanê erebî bi min re ye û dersên mûzîka jî bi hunerî re dide, di navbêna sê bajaran de dire û tê dawî li Gunbed bi cih dibe.

Piştî ku hêvya wî bi vegerê namîne di 1977 an de dizewice, ya ko ji xwe tîne jî Şagirta wî ye, navê wê Nesrîn Husên Melek e, bavê wê ji siwarên Qadî Mihemed bû, dema ko ji xwe re dixwaze ji 25 kaxezan pêve pêre tuneye û odek bi hesîrekê.

Çar zarok li wir jêre çêdibin “Bêkes” mir- Felek, Birahîm, û Birûsk. Di 1979 an de strana xwe “ ji mihabad, ji kanya xwîna şehîdan” derdixe û di 1981 de “gava ez mirim” derdixe û di radyoya kurdî de jî gelek caran stranan dibêje. Dibêjin carekê mirovekî “s.s” raporekê pê dinivîse ko wî beşdarî bi turkumenan re di xwepêşandanan de kiriye û wêneyê wî li ser wêneyekî din di wê xwepêşandanê de siwar kiribû ji bo jê bê bawer kirin û ji bo wisa fermana bidarvekirina wî hate dan, lê yê dadvan dostê wî bû û ew baş nas dikir ko ne ji wan kesa ye, biryar têkda û ew bexşîn kir. Gelek caran kirina kuştina wî bûye, carekê hema ko derbas dibe cîgehê “Partiya yezdan” li wî û cîgeh wek baranê gule tê barandin, piştî şer bûbû tîq-tîqa wî, yekî jêre gotibû: “Xwe tazî bike ileh tu brîndar bû yî”.

Di 29.12.1982 an de li balafirxaneya Şamê peya dibe û ji hêzên ewlekariya Sûriyê re dibêje: “Ez hîn yê berê me, yan jî ez ê vegerim” piştî sê rojan, di 03.01.1982an de dighê bajarê Qamişlo. Li wir dest bi dana dersên mûzîkê dike û ciwanên kurd fêrî mûzîk û sazê dike, ji bo vê yekê komekê didamezirîne.

Di 09.03.1989 an de çû ser dilovaniya Xwedê piştî ku di 04.03.1989an de nexweş

dikeve û bi deh hezaran mirov bi dû darbesta wî de meşiyan. Hin dibêjin ji ber ko textorên kurd guh nedane wî ew miriye û hikûmetê jî nehiştiye ko wî baş derman bikin. Li goristana Hilêlîyê tê veşartin û ji wê rojê de Qamişlo wek dilberekê çavên xwe li hevalê xwe yê qam bilind digerîne û her şev bi hêviyeke nû serê xwe datîne. Belê Qamişloka Bavê Felek, Qamişloka Mihemed Şêxo te çi kiribû evîndarê te wisa bi lez ji nav te bar dikin, mane hîn ciwan bû, hîn jî dikarîbû ji te hez bike, min jî dikarîbû wî bi germayî hemêz bikim û wî bi tiliyan nîşan bidim.

Kurdistan dibêje M. Şêxo : ez hîn ji te hez dikim…ji ber te ji min hez kir, te jiyana xwe li ser min kir, ji deng û mûzîka te diyare. .. ji te hez dikim.

Qado Şêrîn
10 /03/2004