Min navnîşana li jor ji gotarek Ismaîl Beşikçî(kurd, tu carî nabin zilam), ya ku di malpera NETKURD(21/11/2006) hatibû weşandin, girtiye.
Li gor dîtina wî ew diruşme ya Tirkaye, ew rast e, ji ber ku kurd zilam bana dê ji her wextê bêtir, îro ji tirkan bihêztir û hevgirtî bana, dê kurd xwedî welat bana, ma kî ji kurdan pêve bê welat maye, ma ne şerm e ta niha kurd bê welat in.
Hin caran dexseyî Tirkan dibim, bi taybetî di warê parastin û hezkirina ziman de, çima kurd wek Tirkan zimanê xwe naparêzin û jê hez nakin, û bi wan ne şêrîn e, baştirîn nimûne facebook e, wek ku kurd di facebookê de xwe bi zimanê xelkê derdibirin, xwe bi kurdiya şêrîn dernabirin.
Çil melyon mirov ku her hefte carekê, na na mehane carekê tazî dakevin kolanan, na na destvala dakevin kolanan, dê di salekê de gelek mafan wergirin, dê gelek welat û miletên cîhanê xwedî li wan derkevin û piştgiriya mafên wan ên rewa bikin.
Li her çar perçeyên Kurdistanê jî wisa ye, rewş ew rewş e, kurd bêhêz in, çimkî neserbixwe ne, û biryara wan ne serbixwe û azad e, li gel ku li başûrê kurdistanê dezgehên dewletbûnê hene jî, û hema hema welatekî nû ava dibe jî, lê paşeroj û çarenûsa wan ne diyar e, nemaze piştî şikestin û têkbirina Daiş.
Li Rojavayê Kurdistanê jî, eger kurd zikêşên gelê xwe û zilam bana wê rewşa wan ji ya aniha baştir ba, û wê helwest û gotara wan yek ba û xelk tarûmar û koçber nedibûn, wê gotina kurdan ji ya hemû pêkhateyên Sûriyê bilintir û bihêztir ba, û wê karîbana biryara çarenûsa xwe bi xwe bidin, û wek pêkhateyek sereke li Sûriyê dê bê par û winda nemana. Eger hat û kurd piştî pirosesa siyasî bê maf man, hemû partî dê berpirsyar bin, û wê gelê kurd wan efû neke.
Dema tirsa rêjîma serdest ji miletê bindest tune be, tê wê wateyê ku hêza wî miletî tune, ew milet ne di pîvan û ecendeya çareserkirina paşerojê deye, ew milet nikare serê rêjîmê biêşîne, û rêjîm dê hemû pirojeyên xwe pêkbîne, li vir miletê bindest û qels nikare xwe ji rêjîmê jî dûr bixîne, tim hêviyên beravêtî li ser ava dike, wek têkbirina ziman, kultur, dîrok… hwd. mebesta me lawaziya tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê bûye egera reşbîniya gelê kurd û tirsa ji paşerojê.
Dema serok û rêberên partiyan, qaşo bi kurdî diaxêvin, 79% ji peyvên wan bi erebî ne, nizanin du hevokên baş ava bikin û li pey hev bêjin. Ew tê çi wateyê? ji pêvî ku ew serok û rêber zimanê kurdî naparêzin û boyî wan nebalkêşe. Bi awayekî rastexo û yan jî xwarexo piştgiriya dijminan di pirojeya têkbirina zimanê kurdî de dikin. Ku rast e ji bo rêzgar kirina Kurdistanê kar û xebatê dikin, dê zimanê kurdî bi wan şêrîn ba, biparastina û baş pê biaxivyana, jixwe wê siyaset jî bi kurdî bikirna.
Dema serok û rêberên me, qaşo bi kurdî diaxivin 79% ji peyvên wan bi erebî ne, vêga hemû ereb ji wan fam dikin, lê mixabin hemû kurd, wek kurdên bakur ji wan fam nakin û ji wan tênaghêjin.
Her kurdek(partiyek) dixwaze Kurdistan rêzgar bibe, şek di wê de tune, lê wek wî, wek ew texmîn dike, bi şêweyê wan û ne kesî din, jixwe ev dibe pirsgirêk û xwe bi xwe hevûdu têkbirin, êdî lawazî destpê dike, her yek dibêje rizgarkirina Kurdistanê li ser destê meye. ji min weyê, ji te weyê, ji wî weyê rastî hemû li ba ye, êdî kes nema li kesî guhdarî dike, kes nema kesî dipejirîne û nema ji kesî din hez dike, her yek dibêje ez û ne kesî din, her yek, her partiyek dibêje rizgar kirina Kurdistanê li ser destê me ye. Kîna kurd bi kurd re balkêş û egera sereke ya bindestiya kurdan e. Ma zilamtî ye ku kurd hev tune bikin, ji hev hez nakin û hevûdu qebûl nakin. Li her çar perçeyên kurdistanê wisa ye, li başûr pirojeya welatekî serbixwe dimeşe, lê ji bo hinan bûye derfeta dizî û dijîtiyê.
Ciwanek ji kalemêrekî xwedî pêzanîn û tecrube dipirse:
-Mamo? Hemû gelên cîhanê, alem tev bûn xwedî dewlet, lê çima kurd ji mafê dewletbûnê bêpar mane? Kalemêr bersivê dide û dibêje:
– Di nav me de ker nîn in!
-Xort ji bersiva kalemêr fêm nake û dipirse:
– Çawa?
Kalemêr bersivê dide û dibêje:
-Em kurd tev şêr in, du şêr nayên ber hev, gava şêr têne ber hev, dikin qajînî û dev diavêjin hevdu. Kurdê me ji cinsê van şêran in.’’
Em kurd eyn wisa ne
kurd çi ji siyasetê zanin û fêm dikin, jixwe ku kurdan zanîbana siyasetê bimeşînin niha xwedî welat bana, zarokek ji dijmin dikare hemû serokên kurdan bixapîne. Jonasan RANDIL di pirtûka xwe ya li ser navê “Miletek di Perçebûnê de” diçesipîne, dema dinivîse: “Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi destdixînin, di rûniştinên xwe yên li ser masên danûstandinan de didin der”.
Tu li kîjan serokî guhdarî dikî dibêje: emê nêzîk bi çalakiyek girîng rabin, me ji wan ên din re gotiye, ku bixwazin karin bi me re beşdar bin, lê kes bi kesîre kar û xebateke hevbeş nake, ne tenê wisa belê hevûdu napejirînin jî.
Pêşî ez, û di dûv re em kurd hemû çiqasî serhişk in yahoo, bi taybetî bi hevudu re, li dujî hevudu û ne li dijî dijminan. Wek pîrka min tim digot; sîrek di qûna te de nare, wisa ye em li dij hev şêr in.
Kurd hemû ji stran, mûzîk û dîlanê hez dikin, ji vexwarina dew, ji xwe û serokê partiya xwe hez dikin.
Taku kurd ji hevûdu hez nekin nabin tiştek.
Taku kurd li hevûdu guhdarî nekin nabin tiştek.
Tako kurd hevûdu nepejirînin nabin tiştek.
nabin tiştek ango nabin xwedî dewlet, nabin zilam.
Çi çaxa me kurdan berjewendiya kurd û kurdistanê di ser ya xwe, partiya xwe û serokê xwe re girt emê bibin zilam û xwedî dewlet.
Taku kîna kurd li dijî kurd hebe, kurd nabin zilam û xwedî dewlet.
Hollenda, 11/12/2015