Qado Şêrîn
Qenciya ku nivîskar bi Kobanî û kobaniyan kir, belkû bi tevaya gelê kurd, romana
”KOBANΓ nivîsand, û êş û azar û wêrana Kobanî wek dasîtaneke zindî parast. Nivîsandina
romanekê li ser tiştê li Kobanî qewimî û hat serê xelkên Kobaniyê, ne wek me di weşana
zindî, nûçe û nivîsandina bi hezarên gotara ye, belê wexta Kobanî bû roman, zindî ji bo
paşerojê hate parastin. Êdî Kobanî tim û tim zindî li ser masa xwendinê ye.
Xwendina romanê piştî 100-200 salan û bêtir, wê ne wek aniha dijwar be, belkû bêtir xweş û
balkêş be, wê wek romaneke ji xeyal bê nirxandin. Xwendina romana ”KOBANΓ wek
nivîsandina wê dijwar e, meşa li ser agir e. Birîn çiqasî kevn dibe, ewqasî jî êşa wê kêm dibe.
Li ser xwe bibêjim, ji haw haw ketim taku min xwendina romanê qedand, vêga nivîskar bi çi
halî nivîsandiye. Nivîsandina romaneke tije êş û azar, kuştin û wêran wek ”KOBANΔ, ne
hesan e, nivîsandina wê xwe-ceza û eşkence kirine. Heçê bixwîne wê bizanibe bê çiqasî
nivîskar bi nivîsandina wê re êşiyaye, û wê mîna kobaniyekî/ê dilsoz bi êşa Kobanî ya
rasteqîne hest bibe. Eger nivîskar ne pola ba, yan jî êşa Kobanî ne ewqasî mezin ba, wê
nivîskar xwe ceza û işkence nekir ba û nenivîsanda.
”KOBANΓ ji du beşan pêk tê, herdu beş jî bi hev re tên meşandin. Malbata Hec Mislimê
Hemzeravê Mihacir, ya ku endamên wê kesayetiyên sereke yên romanê ne, çilo hatin dinyê,
çilo jiyan û çi hat serê wan, û nivîskar. Xala hevbeş di navbera herdûyan de wêrana
Kobaniyê ye, mihela Seyda ye, wekî din herdu alî di romanê de rû bi rûyên hevdu nayên, li
gel ku nivîskar ji Bochuma Elmanya diçe Kobaniyê, û li ser wêrana Kobanî dibe şahid, lê rastî
kesekî ji malbata Hemzirav nayê, bi tenê xwarziyê xwe Hemûdê li Kobaniyê dibîne. Sibeha
zû, bi riya Viber namedengek ji nivîskar e tê: Cano, birayê te çû. Xelo mir Cano.(R17). Ya
rast giyanê nivîskar ji mala birayê wî Seîd yê li Istenbolê, wexta ku xwehên wî li dorê ne û
zavayê wî Tûran wêneyan pêş wî dide, giyanê wî ji wî qut dibe û diçe Kobanî. “Giyanê min
mîna balindeyeke basksivik ji qefesa laşê min direve, baskan li hev dide, difire û di eynî demê
de li erda Kobaniyê, li goristana demkî ya li rojavaya bajarê wêran datîne”(R26). ji vir ta bi
rûpela dawî ji romanê, nivîskar li Kobanî bi wêran û bîranînan re dijî, giyanê wî hemû çend
deqeyan li Kobanî dimîne, xweheke wî di rûpela dawî 408an de dibêje: Hişê wî ji serê wî
çûye, Jan dipirse: Xêr e, – Xêre keko xêr e. Hişê te ji serê te çû bû. Baş e ku tenê çend deqak
bûn. Hindik mabû me tu rakiriba nexweşxanê. Di dûv re nivîskar wek vebêjerê beşê xwe yê
romanê pêwistiya wan çend deqeyan dibêje, ew rêwîtiya di wan deqeyan de ji bo Kobanî ji bo
xwe ji sihirbazên giyanê wî dagîr kirne rizgar bike û çi pêre diqewime bê bawer kirin.
Jan Dost wek nivîskarê romanê û ji Kobaniyê, bi eynî nav ew kesayetiya sereke ya romanê ye.
Ji bo naverok û bûyer û bîranên wan çend deqeyan ku, xeyalê wî ew biribû Kobanî, roman
hatiye nivîsandin. Wefadariya Jan Dost ji Kobanî û Kobaniyan re bû egera nivîsndina romanê,
wî hin tiştê li Kobanî çê bû nivisandiye, û hin jî bîranînên xwe. Eger nivîskar ne ji Kobaniyê
ba, wê wateya wan bîranînan jî tune ba, yana wê ileh rojekê ji rojan Jan romanek ji bo
nivîsandina bîranîn xwe binivîsanda. Qenciya ku nivîskar bi Kobanî kir, ev roman nivisand, û
dasîtana Kobanî û bîranînên xwe bi hev re kir roman, wî baş bi kar aniye û hemû bîranîn xwe
yên li Kobanî, ji zaroktiya xwe ve, taku berî pazde salan jê koç kiriye. Bi texmîna min ku Jan
ne ji Kobaniyê ba, wê roman nenivîsanda, û ku binivisanda jî wê bi şêwe û naverok û kes û
bûyerin din ba. Êdî Roman bi êşê û li ser êşê nivîsandiye.
Belê, roman ji êşê, ber bi êşê ve hatiye nivîsandin. Hemziravê ji Qersê koçber dibe, taku li
Kobaniyê bi cih dibe. Malbata Hemzirav wekî gelek malbatên kurdan ên li Qersê ji hev
qetiyan. Li gel du xwehên xwe koçber dibe. Li Elezîzê bi cih dibe, herdu xwehên xwe yên
pêre koçber dibin winda dike, diçe Nuseybînê, lê li dawiya dawî, û piştî şoreşa Şêx Seîdê
Pîran dişke û Şêx Seîd tê bidarvekirin, dîsa koçber dibe, taku li Kobaniyê wek Muhacirekî bi
cih dibe, dizewice û kurek jêre çê dibe, navê wî dike Mislim, di dûv re Hemzirav dimre. Hec
Mislimê Hemzirav çar caran dizewice, ji sê jinên pêşî re zarok çênabin, taku Xanê tîne, jêre
Mihemed Salih(Hemê), Mistefa, Metîn, Lewend, Xedîce, Baran û Rewşenê çê dibin. Li gel
nivîskar ev in leheng û kesayetiyên romanê. Ji bilî nivîskar hemû tên kuştin, bi tenê çarenûsa
Hemê ne zelal e, wek ku ji qestî wisa kiriye, taku xwendevan matmayî bipirse: ka çi pê hat.
Hemê yê ku li gel diya xwe Xanê li Kobaniyê dimîne, piştî Daeş êrîş dike, diya wî di bin
betonan de dimre, lê li gel ku telefona wî ji aliyê asayişekî ve tê dîtin, lê mirov nizane çi bi wî
tê. Lewend çalakvan e, li gel komek ji hevalên xwe xwepêşandanan li dijî rêjîmê amade û
birêve dibe. Piştî ku Pyd dibe desthilat, pirsgirêk derdikevin, Welat Hisî tê kuştin, êrîşî
xwepêşandan û çalakvanan dikin, êdî Lewend diçe Kurdistana Başûr, dibe pêşmerge, di şerê
rizgar kirina Şingalê de birîdar dibe, birîna wî xedar e, û şehîd dikeve, lê dê û bav û bira nema
tiştekî li ser dibhîzin û agahdar nabin ku şehîd ketiye û nizanin ne sax e ne mirî ye. Xedîce jî li
gel mêrê xwe Îbram û kurê xwe Dara bi Beleman diçin Europa, mêr û kur di avê de dixeniqin,
ew ji ser hişê xwe diçe, dema şiyar dibe, xwe li nexweşxaneya Dusseldorfê ya derûniyê
dibîne, ji nexweşxanê derdikeve, diçe ser pireke çemê Reynê, di çem werdibe. Kesek li ser wê
jî nema tiştekî dizane. Mistefa li leşkeriya Sûrî tê kuştin, nivîskar diyar dike ku piştî
serhildana Qamişlo 2004an gelek leşkerên kurd hatin kuştin. Metîn dibe Gerîla, lê bi êrîşa
Daeş li ser Kobanî vedigere Kobanî û şehîd dikeve. Rewşenê jî ji aliyê Daeş ve bi guleya
segvanekî birîndar dibe, lê di dûv re Daeşek serê wê jê dike, Xanê ji bo terka Kobaniyê neke
di bin betonan de tê kuştin. Mislim û bûka xwe û sê neviyên xwe Siyamend, Zozan û Hêvî jî
piştî rizgar kirina Kobanî vedigerin, di şeva Xedrê de tên kuştin.
Ji nav hemû kesayetiyên romanê, qeder û kuştina Baran balkêş e, wek ku bi çi şêweyî mabe,
divê endamên malbata Hemzirav bên kuştin û yek ji wan nemîne. Nivîskar rasterast û bi
hesanî berê wî dide kuştinê. Baran li baxlemê dide û iraqê vedixwe, dixwaze biçe Reqaa
paytexta Daeşê, daku hevala xwe bibîne û ji wir biçe herêma Kurdistanê, ji Kobanî bi
minîbusekê diçe Reqaa. Xala balkêş ew e ku baxleme û şûşeyek Vodka bi xwe re dibe û diçe
paytexta Daeş. Xwendevanên romanê baş dizanin ku, wexta Baran berê xwe dide Reqaa, wê
bê girtin û serjêkirin. Xwendevan pêşwext dizane bê wê çi bê serê wî, bi rê de tê girtin,
baxleme û şûşa Voda pêre digrin. Daeşî wêneyê Rewşena YPJ di telefona wî de dibînin, bi
sebeba wê Baran di rûyê Daeşiyan de bi xwedê dikufire. Herçar egerên qedexe li ba Daeş
dibin sebeba serjêkirina Baran, helbet, ma wê Daeş wî xelat bikin yan wê wî berdin. Wek
mirovê ku Daeşeyan û exlaq û sistema wan nas neke. Bi texmîna min, egerên kuştina Baran
lawaz û rasterast in.
”Gava doza merivan dibe azadî, ji bo bidestxistina wê her tişt erzan dibe”(R65). Ta bi mirinê
erzan û hesan dibe, ji ber wê kesayetiyên romanê dilsoz in, û di ber baweriyên xwe de tên
kuştin. Ta bi Baran û Ziyad yê Daeşî. Rewşen dibe Ypj û tê kuştin, Metîn dibe Gerîla û tê
Kuştin, Lewend dibe Pêşmerge û tê kuştin, Xedîce ji bo çûna Europa mêr û kur li ser dike û
ew jî tê kuştin. Em vegerin ser çîrok û serpêhatiya Ziyad yê ku xwe di mizgefta mihela Seyda
ya li Kobanî de dikuje. Mihemed Salihê Hec Mislimê Hemzirav(Hemê) xerazeyekê dikire û
diçe bajarê Bin Gerdana Tûrisî, daku bîran bikole, li wir pereyên wî çê dibin û bi riya keçekê
Ziyad nas dike, di bin dost û heval, li keberêhat û Bar ên meyê û jinan kêfê dikin, xweştirîn
jiyanê bi hev re diqedînin. Bavê ziyad dimre, diya wî berpirsekî hepsiyên siyasî dike, zirbavê
wî li diya wî dixe, pisîka wî Şeqra dikuje, bi ser wî de mîz dike, hepsiyan îşkence dike. Ev
hemû bandorê li derûniya Ziyad dike, piştî şoreşa Tûnisê ya li dijî rêjîma Bin Elî, diçe Cezairê
û piştre diçe Sûriyê tev li Daeş dibe. Wexta bi çekdarên Daeşê re derbasî Kobaniyê dibe, “Di
ber deriyê mizgeftê re berê xwe da wê malê. Li herdu rexên derî hevokên Erebî yên
bixêrhatina heciyan nivîsandî bûn. Li jor wêneyê Ke’beyê yê reş. Gava ku tiliya xwe da ser
zengil û deng jê nehat, bala xwe da navê li ser: Hec Mislimê Hemzirav”(R292). Ji çavên xwe
bawer nake, di dûv re derbasî mizgeftê dibe, tije Quran e, êdî derûniya wî li hev dikeve, ji
xwe re dibêje: ‘’Ez mar im mar. Erê ez mar im’’. Dêmek şaşiyeke mezin heye, pirsan ji xwe
dike; ”Ev xelkê ku dihatin mizgeftê, me hemû aware kirin. Gelo ev e ruxandina dewleta
zilmê”(R298). Piştî baweriyên wî zelal dibin dikeve mihrabê û berê xwe dide Ke’beya heqîqî,
êdî fam kir ku bi Daeş re li ser riya şaş e û bi sê guleyan xwe dikuje.
Bi êrîşa Daeş li ser Kobanî re, gelek nûçe, wêne û vîdyoyên rasteqîne belav bûn. Nîvîskar sûd
ji wan dîtiye. Ji naveroka romanê diyar dibe ku nivîskar bûyerên Kobanî erşîv kirine û sûd ji
wan dîtiye, jixwe roman erşîv kirina hemû êş û azarên Kobaniyê ye, wêran, derbiderî û
kuştina kobaniyan e, nimûne; dîmena serjêkirina Rewşenê û guliya wê ya hûnandî, her wiha
Henno yê dîn yê ku tif li rûyê xelkên piştî rizgar kirina Kobanî ji Tirkiyê vedigerin dikir. ‘’Di
şerê Kobaniyê de Henno li bajêr ma. Xelkê ew di vîdyoyan de dît…’’(R385).
Helwesta pêşwext ew e ku tu li dijî mirovekî bi girr û kîn bî, êdî ew mirov beyabanê bike
buhuşt jî, tê jê nerazî bî. Nivîskar hewl daye bûyerên wê demê, wek ku qewimî bûn bi kar
bîne, daku wek şahidekî dilsoz dîrokê binivîse, û romanê pê bihêz bike, wek kuştina Welat
Hisî û rakirina wî ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê, êrîşên li ser çalakvan û xwepêşandinên li dijî
rêjîma Esed. Ew bûyerên rasteqîne bûn, bibûn nûçe û belav bibûn, wek nimûne; ‘’Muzaherê
Erdogan. Bimre Erdogan, bijî Ocalan. Bi taybetî gava berê xwe didan deriyê û wêne û
pankartên xwe li himber Murşitpînara Tirkiyeyê bilind dikirin. – Xortan henekên xwe tim bi
wan dikirin. – Îşî van î boş e. Çito Beşar herê vana jî darin. Ev çend ‘’gemarên’’…’’(R63).
..’’rêjîmê kilîtên bajêr bi emanetî radestî hevalbendên xwe yê desthilatdariya nû kirine
‘’.(R67). ‘’– Apoçiyê şebîha! Apoçiyê şebîha! – El Şe’b yurîd isqat PKK’’.(R74). ‘’Dibên
pirrekan ji YPG cilên xwe çe kirine, nifûsê zwe veşartine û riviyane çûne Tirkî ‘’(R205). Êdî
dikarim bêjim ku ew yên dijîtiya romanê dikin, helwesta wan ya pêşwext heye li dijî nivîskar.
Berovajî wê, nivîskar pesnê berxwedana Ypj û gerîlayên bi Metîn re tên Kobanî berxwedanê
dikin dide. Nivîskar carinan qala asayişan dike, lê desthilatdariya heyî ya ku ser erd û bin erda
herêmê birêve dibe bi nav nake, belkû bi desthilatdariya nû bi nav dike. Her wiha nivîskar
qala Pêşmerge û rola wan di rizgar kirinê de nake, belkû bi hevokekê diyar dibe ku Pêşmerge
jî li Kobaniyê bûn.
Nivîskar vebêjerê beşê xwe ye, lê yê malbata Hemzirav û hemû kesayetiyên din nediyare bê
kiye, ta bi dawiya romanê diyar nabe bê kî çîrok û serpêhatiyên romanê vedibêje.
Pirsa ku xwendevanê romanê ji xwe dike ew e; Gelo ku nivîskar ne ji Kobaniyê ba, wê
romana ”KOBANΓ binivîsanda? Bi texmîna min, bîranîn û jiyana li Kobaniyê bûne egera
nivîsandina romanê, yan jî wê roman bi şêweyekî din ba. Lê qenciya ku xwedê bi Kobanî û
Kobaniyan kir ew e ku nivîskar ji Kobaniyê ye û bi nivîsandina romanê dasîtana Kobanî ta
ebed zindî parast. Pêwist be yan na, nivîskar bi israr bîranînên xwe dinivîse, bi texmîna min
beşa ‘’Helbestvan di qapûtê serbazekî de’’(R267 ) bi romanê ve hatiye leziqandin, û naverok
û qal kirina leşkeriya li Libnanê li derveyî naveroka romanê ye. Roman erşîv kirina bîranînên
nivîskar e. Sûd ji wan hatiye girtin û baş hatine bi kar anîn, wate, bîranînên xwe tev li dasîtana
Kobanî dike. Bi êş û wêraniya Kobaniyê re hişmendiya nivîskar vedibe û ewqase bîranînên di
bin wêranê de, di bin kevirên betonê de dixeniqin, ewqase bîranîn bi wêran kirina Kobanî re
wêran dibin. Ew jiyana xweşik, zaroktiya xweşik, tax û mal û xortên xweşik, hemû bi wêrana
Kobanî re wêran bûn. Lê nivîskar wan bîranînan ji bin wêranê derdixîne û dinivîse.
Bi texmîna min, nivîsandina romaneke wek ”KOBANΓ bi gelekî zor û zehmettire ji
nivîsandina romana ji xeyal bê nivîsandin. Keda du taq e. Nivîskar mecbûr dibe bûyeran erşîv
û rêz bike, kerakterê kesayetiyan biparêze, ne azad e li ser kêfa xwe wan bilivîne, berovajî
romana din, nivîskar kesayetiyên xwe bi kêfa xwe çê dike û çi ji wan bike û neke. Berî roman
dest pê bike, nivîskar gotineke Arthur Rimbaud nivîsandiye: ‘’Ji bo ku ez sihirbaziyên ku hişê
min dagîr kirine ji bîr bikim, diviyabû ez evê rêwîtiyî pêk bînim’’. Êdî tê fam kirin ku
nivîskarê ji Kobaniyê wek erkekî diye ku evê romanê binivîse û bi nivîsandina romanê re barê
xwe yê giran deyne. Barê wî jî êş û azarên Kobanî û Kobaniyan e, belkû rizgar kirina
bîranînên dikirin di bin betonan de bixeniqin.
Amsterdam, 01/02/2018