Qilçix

Dubendiya Mirîşkan

Kurd hemû dixwzin welatekî wan jî wek hemû welatên dunyayê hebe, daku serbest û azad
bijîn.
Wek ku hêvî û armancên xwe di program û rêbazên partiyên xwe de diyar dikin, ev jî kar û
xebatek rêxistinî jêre gereke, lê rêxistin û partiyên kurda jî gelekin(bi taybetî li rojavayê
kurdistanê), hemû jî û her yek bi awayekî dixwaze kurdistanê rêzgar bike, lê ya ku nayê ji bîr
kirin hemû jî û her yek bi awayekî dujî ya dine, bi awayekî rexne yan jî şer û birakujiyê dujî
ya dî dike, hemû dibêjin: Rêzgarkirina kurdistanê li ser destê me ye. Mexabin hîn kesekî ev
hêvî pêk neaniye, yên digotin:”Em in keleha mezin di kurdistanê de û helbet kurdistan dê li
ser destê me rêzgar bibe…”.mexabin û sed carî mexabin ew keleh jî herifî û hîn jî di wan
xewnên gulgulî dene ku dê kurdistanê bi aştî û Telefizyon û xwenîşandanan rêzgar bikin.
Ta ku kurd berjewendiya kurd û kurdistanê di ser ya kesayetî û partayetîya xwe ya teng re
nebînin helbet  dê nikaribin xwe li pêşxînin û milet li dor xwe kom bikin, hemû jî ziman dirêjî
û vira li hevûdu dikin, di gelek war û deman de dujmin tête ji bîr kirin, wek nimûne: Partiyên
kurdistana Başûr di dema birakujiyê de û di demin din de jî. Partîyin kurdistana Bakur jî ji vê
yekê ne bê parin, di gelek war û deman de birakujiyek bê wate kirine. Ji xwe partiyên
Rojavayî kurdistanê, ez dê çi li ser wan bêjim û binivîsim û çi nebêjim û ne nivîsim, ku
kîvroşkba dê huqasî ne zaba, hemû jî li dujî hevûdune û hevrikiya hevûdu dikin çimkî hemû
wek PARAMISYOM ji hev bûne, da ji bo çi “5” hezar endamên wan ji “3” melyon kesî nînin.
Li gel hevbendiyek di navbera hinekan ji wan de heye jî lê bingehê hevbendiyê jî pir qelse
çimkî dubendiyek xurt têde pêk tê, ev Barzanîye yê dî jî Talebanîye, ev Mehmûdkîye  yê dî jî
Osmankîye û dujîtiya hevûdu dikin, kî gelekî Barzanîye kî jî geeeeeeleeekî Talebanîye, kî jî
gelek derew û xap û viran bike ew welatparêztire, dudu Barzanîne dudu jî Talebanîne, yên dî
jî li wê navê avjenînek bê wate dikin, ne Barzanî dest dide wan ne jî Talebanî dest dide wan
çimkî nobetdariya  kavilan nakin, lê yên dikin ji hevûdu re dibêjin: -Ez ji te Barzanîtirim..ma
tu kore tu nabîne çawa ez di dawa wî deme û di hemêza wî ya germ de razayîme û kesek ji
min pêve avê li destên wî nake”.Girûpên Talebanî jî ji hevûdu re dibêjin: -Ma ne berêz
Talebanî em çêkirine û ev Girafêt  wî di roja bûyîna min de diyarî min kir”.Yên dî jî ji vê
hevrikiyê ne bê parin: -Belavokên me ji yên we pirtirin û heval û girtî jî ji yên we pirtirin. Hin
ji wan dibêjin:
-Jin jî di partiya me de wek mêr kar û xebata xwe dikin lê di partiya we de jin bi tirse nêzîkî
we bibe.
-Mirîşkên me hêkên du zerdikî dikin lê yên we bi carekêre hêkan nakin.
-Hûn hêkên kelandî duxun em qet wan naxwin.
Ger kurd hemû, mebesta min partiyên kurda hev girtî û heval û bira bin li hember dujminên
xwe, ger dujîtî û hevrikiya hevûdu nekin çimkî dujmin tête ji bîr kirin û tenê dujmin kêfê dike
û bi me dikene. Lê ew nerîna ku dibêje: Kurd ji hevûdu heznakin”. xuya dike rast û duruste,

çuqasî em kurd li ser hevûdu diaxivin, du jin dighêjin hev li ser ya dî bi xerabî diaxifin, wisa jî
du nivîskar û Mirîşk û Nêrî û Dîkên Elo-Elo jî, em çiqasî dikarin derew û bêbeztiyan li
hevûdu bikin.
Carekê endamê partiyekê ji endamê partiyek dîre got : -Hun ta bi mirîşkên xwe dixapînin, hun
pîvazên sipî dikin bin wan  tako ji we re hêkekê bike lê em motkan dikin bin yên xwe”, Ji bo
vê gotinê xwîn bi ser serê hevûdu xistin.
13-07-2001, Holland